Informasjon om grunnskolen – kurmanji axaftinê, şik andina rêzgehan berdewam bike, wê bi dêûbav re têkilî bi danîn ku hûn jî zanibin çi bûye û hûn dikarin li malê li ser vê yekê bi zarokên xwe re biaxivin. Wekî din, her sinif dikare rêzgehên xwe yên xweşewistiyê yên ku xwendekar û mamosta bi hev re çêkir ine bikar bînin. Rêzgeh dibêjin ji bo ku meriv di sinifi de bi kare bi refah be û gelek tişt hîn bibe divê mirov wan bişopîne. Divê hemî xwendekar ji bo fêrbûnê xwedî derfetên wekhev bin Ji bo fêrbûn û pêşkeftinê divê dibistan fersendên wekhev bide hemî xwendekaran û ev ne giridayê paşnav û şertan e. Dibistan divê bala xwe bide ku xwendekar ji hev cûdane û ji ber vê yekê bibe alîkar ku her kes li dibistanê û li civakê xwe li malê hîs bike. Perwerdehîya dibisyanê divê di seranserê jiyanê de daxwaziya fêrbunê bide xwendekaran. Divê dibistan ji bo ku mirov wek mirov pêş bikeve Di mijaran de pisporiyê pêş bixe hevparîbunê tecrûbe bike, alîkarî bike. Perwerdehîya taybet Pêdivî ye ku hemî xwendekar perwerdehiyek taybet bistînin. Hemû xwendekar cûda ne û bi awayên cûda fêr dibin. Ji ber vê yekê dibistan divê perwerdehiyê bi vî rengî peyda bike ku hemî xwendekar bikarin ji dersê sûdê herî baş bistînin. Perwerdeya taybet (perwedeya adapteyî) Hin xwendekar xwedî mafê perwerdehiya taybetîne. Ger dêûbav an dibistan bawer dikin ku xwendekar ji encamê fêrbûnê têr nabe, divê dibistan wê yekê ji bo xwendekar hêsantir bike û ji bo wî perwerdehiya adapteyî (taybet) peyda bike. Ger perwerda adapteyî alîkarî neke' divê dibistan û Xizmeta Pedagojî-Psîkolojîk (PPT) bi we dêûbav an re hevkarî bike, û hûn bihevre bifikirin ka gelo xwendekar ji bo wergirtina perwerda baş hewcedarê tedbîrên zêde ye an ne. Ji wan tedbîrên zêde re perwerdehiya taybetî tê gotin. Perwerda taybetî, mînak tê wî maneyê ku xwendekar di gorî armancên 6
Last ned PDF-fil